Kabîneya Kurdistanê Stratejiya Encûmena Xizmetguzariya Gistî pesend kir

26 October 2022 20:33 0 dîtin
Kabîneya Kurdistanê Stratejiya Encûmena Xizmetguzariya Gistî pesend kir

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di civîn xwe ya Îro 26ê Cotmehê de ku bi seroktiya Mesrûr Barzanî hat kirin de, Nêrîn û Stratejiya Encûmena Xizmetguzariya Giştî pesend kir.

Hat ragihandin ku Serokê Encûmena Rajeya Giştî Sîrac Barzanî, nêrîn û stratejiya Encûmena Xizmetguzariya Giştî ya li ser rêkxistina wezîfeya giştî pêşkêşî Encûmena Wezîran kir û piştî gotûbêjan hat pesendkirin.

Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya piştî civînê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya hebûna Encûmena Xizmetguzariya Giştî, ku saziyeke gelek girîng e ji rêkxistina wezîfeya giştî û yek ji birgeyên bernameya karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo encamdana çaksaziya îdarî, rêkxistina mîlaka giştî ya fermanberan, sermûçe û pilebilindkirin û pêdaçûna li peykerê pêkahetên wezaret û saziyan, bi mekanîzmayeke zanistî û guncawtir û di çarçoveya yasayên berkar de, ji bo pêşvebirina jêrxana hikûmet di mijara rêkxistina mîlakat û dirêjepêdana reforma îdarî û rêkxistina pilebilindiya rajeya fermanberan di sektora giştî de li gor pêwîstî û pisporiyê û diyarkirina pile û wesfê wezîfeya fermanberan li nav saziyên hikûmetê.

Hat diyarkirin ku Encûmena Wezîran piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan, nêrîn û stratejiya Encûmena Raje ya Giştî pesend kir û herwiha ew encûmen bi gotûbêjkirina mijara damezrandina kesên xwedî bawernameyên bilind û karmendên girêbest li saziyên Herêmê, hat erkdarkirin.

Di beşa duyem a civînê de, Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî ji bo rêgirtina li bihederkirina milkê giştî, derbarê sererastkirina şêwaza kirêdana deverên pîşezaziyê, pêşniyareke wezareta xwe pêşkêş kir, ku ji bo pêşvebirina proje û çalakiyên pîşesaziyê, hêsankariya pêwîst li ber çavan were girtin û rê li wan kesan neyê dayîn ku xwedî ti pîşe û çalakiyên pîşesaziyê nînin, bi awayekî nerewa, sûd ji wan erdên projeyan werbigrin û ziyanê bigihînin berjewendiya giştî.

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf jî raportek li ser rewşa pêkhateyên netewî yên Tirkmen, Kildanî, Suryanî, Asûrî, Ermen û pêşniyara wan ji bo cîgirkirina rojekê weke boneyeke fermî li Herêma Kurdistanê bi navê "Roja Pêkvejiyanê" pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya pêşvebirina kultûra pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê kir, ku bûye sîmayeke geş û havêna şanaziya her kesî û diyar kir ku her çi pêwîst be ji bo pêşvebirina kultûra pêkhateyên cuda, em ê bikin, ji bo zêdetir nêzîkbûna hev a pêkhateyan û dewlemendkirina kultûra pirrengî ya Kurdistanê û xizmetkirina hemû welatiyên Kurdistanê bêyî cudahî.