Kabîneya 9em a Kurdistanê 2 hezar û 12 dibistan ava û nûjen kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku beriya destpêka sala nû ya xwendinê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hezar û 850 dibistan û baxçeyên zarokan hatin nûjen kirin û 162 dibistan jî hatin ava kirin.
Dibistan û baxçeyên zarokan ên ku hatine nûjenkirin û avakirin ên di dema kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li xwe digirin.
Piraniya avahiyan li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine çêkirin ku 62 avahî ne.
50 avahî ji aliyê xêrxwazan ve, 26 avahî bi rêya veberhênanê û 24 avahî jî ji aliyê rêxistinan ve hatine avakirin.
Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku 25ê Îlonê sala nû ya xwendinê dest pê dike.
Bi avahiyên nû û zêdekirina polan, îsal li gorî par cihê 100 hezar xwendekarî zêdetir hatine amadekirin.
Li Herêma Kurdistanê sala xwendinê ya 2023-2024an 13ê Îlona 2023yan dest pê kiribû û sala xwendinê ya borî milyonek û 633 hezar û 125 xwendekaran hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin