Kabîneya 9an a Herêma Kurdistanê giraniyê da xizmeta xurekê

28 September 2024 14:44 0 dîtin
Kabîneya 9an a Herêma Kurdistanê giraniyê da xizmeta xurekê

PeyamaKurd - Kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama 5 salên dawî de bi berdewamî ji bo bihêzkirina ewlehiya xurekê xizmeteke men kir.

Di heyama pênc salên dawî de, hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serkêşiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, bi mebesta xurtkirina pîşesaziya navxweyî, li gel beşên din ên pîşesaziyê giraniyê da bihêzkirina jêrxaneya xurek.

Bi vê armancê, di çarçoveya xizmetên pîşesaziya xurekî de li gelek herêman sîlo hatin çêkirin, gelek kompanî hatin damezirandin, kargeh û sera hatin avakirin.

Projeyên ku ji bo bihêzkirina binesaziya aborî hatine pêkanîn:

Li Quştepeya paytext Hewlêrê, bi buhayê 21 milyar dînaran sîloyek xwedî kapasîteya 40 hezar tonî hate avakirin.

Li Kelara Silêmaniyê, bi buhayê 20 milyar dînarî sîloyek ku kapasîteya wê 40 hezar ton e hate avakirin.

Li Duhokê, bi buhayê 18 milyar dînarî, Sîloya Rovî ku kapasîteya wê 40 hezar ton e hate avakirin.

Li Helebceyê, xebatên çêkirina sîloya ku kapasîteya wê 40 hezar tone tê avakirin.

Ji bo 977 kargehan destûra xebatê hat dayîn

Di 5 salên dawî de ji 977 kargehan re lîsansa xebatê hate dayîn û bi vê yekê hejmara kargehên xwedî lîsans derket 4 hezar û 500î.

Niha li Herêma Kurdistanê 7 hezar û 227 kompaniyên navxweyî û 216 şaxên kompaniyên biyanî kar dikin.