Ji Merkel daxuyaniya ‘Serxwebûna Kurdistanê’
PeyamaKurd - Serokwezîra Almanya Angela Merkel ragihand ku ew piştgiriya fikra serxwebûna Kurdistanê nake.
Angela Merkel di civîneke bi xwendevanan re dîyar kir ku ew alîgirê yekîtîya axa Îraqê ye, “Li gorî min avabûna dewleteke serbixwe ya Kurdan kêrî aştiya herêmê nayê.”
Merkelê bi berdewamî bal kişand ser xweserîyê û da zanîn ku Kurdên li Îraqê dijîn divê di wekhevîyê de bijîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Herêma Kurdistana Îraqê di 2017an de referanduma serxwebûnê li dar xistibû. Di referandumê de 92.7 ji sedê kesên deng dabûn piştgiriya serxwebûnê, lê Dadgeha Destûra Bingehîn ya Îraqê referandum red kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin