Daxuyaniya Merkelê li ser Tirkiye û rewsa Idlibê
PeyamaKurd - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel derbarê têkiliyên bi Tirkiyê re ragihand, em bi gelemperî nikarin bibêjin baş e an jî xerab e. Rastî ev e.
Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) beşa li ser Tirkiye û geşedanên Îdlibê hevpeyvîna bi Angela Merkelê re weşand.
Merkelê ji bo têkiliyên Tirkiye û Almanyayê destnîşan kir, ku em bi gelemperî nikarin bibêjin baş e an jî xerab e. Rastî ev e.
Merkel li ser geşedanên li Îdlibê û operasyona muhtemel a rejimê sekinî û bang kir, ku divê meriv ji wê şaşiyê dûr bisekine da ku li Îdlibê felaketeke mezin a însanî çênebe. Merkelê diyar kir ku divê meriv bi yên tundrew ra têkoşînê bide, lê divê sivîl jî werin parastin.
Angela Merkelê diyar kir ku ew ji bo operasyona muhtemel û parastina gel bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra jî axiviye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin