Pistî vexwendina Talîbanê ji Merkelê daxuyaniya danûstandinê!
PeyamaKurd – Piştî ku Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahid di hevpeyvîneke ligel rojnameyeke Almanî de got, ew ê kêfxweş bibin ku Merkel seredana Afganistanê bike û ew wê ji dil were pêşwazîkirin Merkel jî ji rojnamevanan re ragihand ku ew ê bi Talîbanê re danûstandinê bikin.
Tevgera Talîbanê di serî de di nav welatên ewropî de wek rêxistineke terorî di nav lîsteya reş de ye ku hîn bi fermî nehatiye derxistin.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, piştî daxuyaniyên germ ên Talîbanê bo Almanyayê ji rojnamevanan re got, ji bo derxistina kesên ku xizmeta Almanyayê kirine û parastina ewlekariya wan ew ê bi Talibanê re danûstandinê bikin.
Angela Merkel herwiha da zanîn: “Karmendên ku di rêkxistinên geşedanê de kar kirine û êdî li Afganistanê xwe di nava ewlehiyê de nabînin, divê bêne derxistin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin