Tirkiyê li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê 230 km xendek vedan
PeyamaKurd – Hat zanîn ku Tirkiyê li herêmên ku di salên borî de operasyon li ser kirine û dagir kirine, li ser xeta sînorên Rojavayê Kurdistanê 230 kîlometre xendek vedane.
Li gorî zanyariyên medyayên xwecihî, Tirkiyê li herêmên bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin kontrola wê de ne, ji bo rê li ber derbasbûna wesayîtên bombeyî bigire û derbasbûnên bi qaçaxî asteng bike, bi bilindahiya 4 metroyan û dirêjiya 230 kîlometreyan xendek vedane.
Hatiye diyarkirin ku Tirkiyê bi vedana van xendekan re bi qasî kûrahiya 35 kîlometreyan di nav erda Rojavayê Kurdistanê de bicih bûye.
Hatiye ragihandin ku xendekên hatine vedan ji gundewarên Serêkaniyê dest pê dikin û heta 35 km diçe rêya stratejîk M4ê û li rojavayê Girê Spî bidawî dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin