Medya Tirkiyê: Tirkiyê hêzên zêdetir sand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

31 July 2019 11:18 0 dîtin
Medya Tirkiyê: Tirkiyê hêzên zêdetir sand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê berdewam e li ser şandina hêzên zêdetir bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û di vê çarçoveyê de hejmarek ji hêzên xwe yên komando li ser sînor bicih kir.

Li gor zanyariyên medyaya Tirkiyê, şeva borî  karwaneke din a hêzên Tirkiyê gihîşte navçeya Serêkaniyê ya li Rihayê, ku li hemberî navçeya Serêkaniyê li Rojavayê Kurdistanê ye.

Medya Tirkiyê belav kiriye, ku ew karwana leşkerî ji 12 wesayiyên zirhî û hejmarek hêzên komando yên artêşa wî welatî pêkdihat.

Di çend rojên bihorî de jî artêşa Tirkiyê çendîn karwanên leşkerî bi wesayitên zirhî û çekên giran li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bicih kiribû.

Şandina hêzên zêdetir bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, bi taybet piştî gefên wê dawiyê yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bêtir bûye, ku gefa êrîşkirina ser YPGê û herêmên Minbic û Bakur û Rojhilatê Firatê kiribû û gotibû, Tirkiyê xwe ji êrîşeke bi vî awayî re amade kiriye.