Medya cîhanê: Tirkiyê dest bi vekisîna hêzên xwe yên li Libyayê kir
PeyamaKurd – Li gorî raportên medya cîhanî, piştî lihevkirina welatên ewropî û aliyên Libyayê ji bo avakirina rêveberiyeke nû, Tirkiyê jî dest bi vekişandina leşkerên xwe û çekdarên ku ji Sûriyê biribûn Libyayê kiriye.
Herwiha hikûmeta Misirê jî diyar kiriye, ew ê piştgiriyê didin desthilata nû ya Lîbyayê û vekişandina çekdarên biyanî ji Libyayê.
Li aliyê din Hikumeta Yekbûyî ya Lîbyayê jî bang kir ku hemû çekdar yekser ji welêt vekişin ku Wezîra Derve ya Lîbyayê Neclaa El-Menqûş di civîna ligel hempîşeyên xwe yên Fransa, Almanya û Îtalyayê li Terablusê got: “Em teqez dikin ku divê hemû çekdar yekser ji welatê me derkevin.”
Piştî van daxuyaniyan li medya cîhanê nûçeyên ku hêzên artêşê û çekdarên Sûriyê yên Tirkiyê şandibûn Libyayê dest vekişînê kirine, hatin belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin