HILBIJARTIN | Mansetên medya cîhanê ji bo dengdana hilbijartinên Tirkiyê

14 May 2023 16:41 0 dîtin
HILBIJARTIN | Mansetên medya cîhanê ji bo dengdana hilbijartinên Tirkiyê

PeyamaKurd – Hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokomarî û parlamentoyê yên Tirkiyê ku îro 14ê Gulanê birêve diçin, di medya cîhanê de cihekî fireh girt.

Dezgehên sereke yên medya cîhanê piştî destpêkirina proseya dengdanê nûçeya hilbijartinên Tirkiyeyê bi sernav û analîzên balkêş belav kirin.

Reuters: “Tirkiye ji bo hilbijartina krîtîk a ku dawiyê li deshilata 20 salan a Erdogan bîne deng dide”

Di nûçeya Reutersê de hatiye gotin ku krîza aborî ya bi salan dewam dike piştgiriya bo Erdogan kêm kiriye, lê dîsa jî girseyeke dilsoz a Erdoganê hosteyê helmetên hilbijartinan heye.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Tirk îro ji bo bidawîanîna serdemekê û bidawîkirina rejîmeke otorîter dengê xwe didin.

Reutersê bi zarê hin dengdêrên Diyarbekirê roja dengdanê daye xuyakirin ku li ser sindoqan dor çêbûne û hinek hilbijêran jî dengên xwe dane opozîsyonê.

Bloomberg: “Dahatûya Erdogan tê nîqaşkirin”

Bloombergê di nûçeya ya îro 14ê Gulanê de bi sernavekî balkêş gotiye: “Li Tirkiyeyê rewşa dawî: Bi dengên xwe bi awayekî zelal ji hev cuda bûne re, dahatûya Erdogan bûye mijara nîqaşê.”

Hatiye diyarkirin ku dê dengdan ji bo dirêjkirina heta 30 salan a deshilata serokomar Recep Tayyip Erdogan a otorîterî bê kirin.

FT: Ezmûna herî zehmet a Erdogan

Rojnameya Financial Timesê, jî di nûçeya derbarê proseya dendgana hilbijartinên Tirkiyê de gotiye: “Li demeke ku Erdogan rûbirûyî ezmûna xwe ya herî zehmete de, Tirkiye diçe ser sindoqan.”

Financial Timesê daye xuyakirin, Erdogan di nav hilbijêrên mihafezekar de hîn jî populer e û dê hewl bide, opozîsyona ku li hemberî wî bûye yek, di hilbijartinê de beralî bike.