Wazareta Navxwe ya Kurdistanê rênîsaneyên dengdana hilbijartinê eskere kir

20 October 2024 10:26 0 dîtin
Wazareta Navxwe ya Kurdistanê rênîsaneyên dengdana hilbijartinê eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê proseya dengdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û rênişaneyên dengdanê radigihîne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin; telefon û kamera birina bo cihê dengdanê qedexe ye, herwiha qedexe ye nûnerên berbijêran heta 150 metreyan nêzîkî binkeyên dengdanê bibin.

Îro 20.10.2024ê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, çend rênîşane ji bo dengdana giştî belav kirin û ji lijneya bilind a ewlehiya hilbijartinê û rêveberiya giştî ya polîs re şand ku ew rênîşane wiha ne:

1- Qedexe ye dengdêr telefon û kamerayê bibin cîhê dengdanê û pêwîste li binkeyên kontrol bê kirin. Tenê çavdêr û nûner û rojnamevan dikarin wê yekê bikin.

2- Qedexe ye nûnerên berbijêran heta 150 metreyan li binkeyên dengdanê nêzîk bibin.

3- Heta 150 metreyan dûr li binkeyên dengdanê, pêwîste hemû posterên berbijêr û lîsteyan li binkeyên dengdanê bên rakirin.

4- Derveyî wan hêzên di çarçoveya lijneya ewlehiya de hatine erkdarkirin, ti hêz û kesek bi cilê leşkerî nikare li binkeyên dengdanê nêzîk bibe.

Proseya dengdanê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve