Medya cîhanê agirbest çawa dît? ‘Erdogan serkeftineke gistî bi dest xist’

18 October 2019 16:46 0 dîtin
Medya cîhanê agirbest çawa dît? ‘Erdogan serkeftineke gistî bi dest xist’

PeyamaKurd – Agirbesta ku navbera Amerîka-Tirkiyê ku 120 saetan sekinandina şer dide ber xwe û ji aliyê hêzên Kurd ve jî hatiye qebûlkirin, ji aliyê medya cîhanê ve bû rojev û mijara sereke.

Piştî daxuyaniya Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, li raya giştî ya Amerîkî ew agirbest wekî serkeftina Erdogan û rêxweşkirina dagirkirina Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) hat şîrovekirin ku senatorên bihêz ên Amerîkayê jî dibêjin, nabe dorpêçên ser Erdogan û Tirkiyê werin bipaşxistin û berevajî divê dorpêçên tundtir werin sepandin.

The Guardian:

"Pence û Erdogan li ser plana agirbestê li hev kir, lê Kurd dagirkeriyê red dikin”

"Mike Pence û Serokê Tirkiyê li Enqerê li hev kir”

"Rêkeftin wekî ku armancên kilît ên Tirkiyê bihêz dike dixuyê”

The New York Times:

"Di na wêrankariyê de, Agirbesta Trump destkeftiyên Tirkiyê yên Sûriyê saxlem kirin”

"Dibe ku agirbesta ji aliyê Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ve hatiye ragihandin li niştîngehên Kurdan ên bakurê Sûriyê mirinan rawestîne, lê belê tê çaverêkirin bihayê bandora Amerîkayê zêde be.”

"Rêkeftina Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Tirkiyê, ji bo Erdoganê ku erd qezenc kirine, sizayên hindik dide û Trump jî li paş xwe dihêle, serkeftineke bi giştî ye.”

Washington Post:

"Agirbesta Sûriyê destûrê dide ku Tirkiye herêma ewle biparêze û gefa dorpêçên Amerîkayê jî ji holê radike.”

CNN International:

"Mike Pence: Tirkiye û Amerîka li Sûriyê li ser agirbestê li hev kir”

"Pence: Trump ji bo agirbestê gelekî spasdarê Erdogan e”