Betalkirina saredartiya Zeydan di medya cîhanê de deng veda
PeyamaKurd - Namzedê DEM Partiyê yê Parêzgeha Wanê ya bakurê Kurdistanê Abdullah Zeydan ku di hilbijartinên herêmî de zêdetirî 130 hezar deng wergirt û weke Şaredarê Wanê hate hilbijartin ku ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê (YSK) ve bêpar hate hiştin, vê bûyerê di çapemeniya cîhanê de jî deng veda.
Associated Press got: “Tiştê ku piştî serkeftina Abdullah Zeydanê namzedê DEM Partiyê li Wanê qewimî bû sedema nerazîbûnan. "Polîsan ji bo ku xwepêşandanan belav bike, ava zext û gazê bikar anîn."
Reutersê jî bi serenavê "Tirkiyeyê 2 roj piştî hilbijartinê şaredarê kurd ji erka ku bi dest xiste bêpar hişt û namzedê hikûmetê danî şûna wî." xwendevanên xwe ji vê bûyerê agahdar kir.
Reutersê di nûçeya xwe de van agahiyan da:
“Roja Sêşemê rayedarên Tirk nehiştin ku şaredarê nûhilbijartî yê partiya Kurdan dest bi kar bike û ragihandin ku dengdan wê li navçeyeke din a ku partiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan lê têk çû dîsa were kirin. "Li gelek parêzgehên başûrrojhilat û Stenbolê bi sedan kes ji bo protestokirina biryarê li hev kom bûn û dirûşmên 'Li Wanê derbe heye' berz kirin.
Partiya sereke ya opozisyonê (CHP) li gel Stenbol û paytext Enqereyê, li deverên din jî destkeftiyên mezin bi dest xist. DEM Partiya ku alîgirên wê Kurd in, tevî zext û girtinên bi salan, li herêmên Kurdan gellek şaredarî bi dest xist. Tiştê ku piştî serkeftina Abdullah Zeydan a li Wanê qewimî bû sedema nerazîbûnan. Polîsan bi ava şid û gaza îsotê li Wanê çalakiyan belav kirin. DEM Partiyê diyar kir ku ew ê îtîrazê li biryarê bikin.
Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya çepa navendî jî vê biryarê şermezar kir û ji bo piştgiriya Zeydan heyetekê şande Wanê.”
AFPyê jî di nûçeya xwe ya di derbarê vê bûyerê de wiha got, "Di hilbijartinên herêmî yên roja Yekşemê de, namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ji sedî 55'ê dengan stend. Rayedarên lijneya hilbijartinê di kêliya dawî de hilbijartina Zeydan betal kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin