Partiya Perînçek ji bo betalkirina mazbataya Zeydan serî li YSKê da!
PeyamaKurd – Partiya Vatan ji bo betalkirina biryara dayîna mazbatayê ji Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan re, serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da.
Piştî ku namzetiya Abdullah Zeydan ê ku ji DEM Partiyê bû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ve hat betalkirin û mazbata dan namzetê AK Partiyê yê di rêza duyemîn de, Lijneya Bilind a Hilbijartinê ev biryar betal kir. Piştî biryarê Zeydan di merasîma ku doh hat lidarxistin de mazbata wergirt.
Partiya Vatanê ji bo betalkirina biryara dayîna mazbatayê ya Abdullah Zeydan doh serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû.
Endamê Lijneya Biryarnameyên Navendî û Alîkarê Serokê Buroya Hiqûqê Parêzer Erdem Cömert li ber YSKê daxuyanî da rojnamevanan û îdîa kir ku namzetiya Zeydan li dijî hiqûqê ye û YSKê bi dayîna mazbatayê ya Zeydan Destûra Bingehîn binpê kiriye.
Parêzer Nusret Senemê Serokê Buroya Hiqûqê ya Partiya Welat jî îdia kir ku derbarê Zeydan de bi hinceta "rêxistina terorê ye" li Dadgeha Bilind doz heye û da zanîn ku ji bo biryara YSKê ji nû ve bê nirxandin û betalkirin serlêdan kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin