HDPê ji bo betalkirina nedana mazbatayan serî li YSKê da
PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo biryara nedana mazbatayên şaredarên serkeftî yên bi KHKê ji karê xwe yê berê hatine dûrxistin were betalkirin û mazbatayên wan bidin wan serî li Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSSK) da.
HDPê di serlêdana xwe de diyar kir ku YSK derketiye derveyî qanûnan û biryara wê ya ku mazbatayên şaredarên HDPê didin namzedên duyemîn ên di hilbijartinê de ser neketine ne hiqûqî ye.
Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku herwiha biryar dijî destûra bingehîn e û mafê hilbijêriyê û hilbijartinê yê mirovan ji holê radike.
HDPê diyar kir ku wan îtirazên xwe pêşkeşî YSKê kirine û dixwazin ew biryar were betalkirin û li gorî qanûn û destûrê bê tevgerîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin