Dadgeha Destûrê sibê li ser serîlêdana HDPê dicive

25 January 2023 13:30 0 dîtin
Dadgeha Destûrê sibê li ser serîlêdana HDPê dicive

PeyamaKurd – Dadgeha Destûrê di derbarê serîlêdana HDPê de dicive. HDPê daxwaz kirinû ku biryara doza girtina wê, piştî hilbijartinan were dayîn.

Weke tê zanîn, Partiya HDP di 16ê Çileyê de serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû û xwestibû ku biryara li ser doza girtina wê, piştî hilbijartinan were dayîn. Dadgeha Destûrê jî sibe Pêncşemê li ser vê daxwazê dicive.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê di 17ê Adara sala 2021ê de doza girtinê li HDPê vekiribû û Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn di 10ê Çileya 2023an de jî gotara xwe ya bideng pêşkêşî Dadgeha Destûr kiribû.