Parlementerên HDPê seredana Dadgeha Destûrê kirin

10 June 2020 22:12 0 dîtin
Parlementerên HDPê seredana Dadgeha Destûrê kirin

PeyamaKurd- Çend roj berê di meclisa Tirkiyê de parlementeriya her 2 parlementerên HDP ê Musa Farisoğulları û Leyla Güven ji destê wan sitendibûn û di ser de wan xistibûn zîndanê. Paşî ji ber dewlet ji Leyla Güven re di hesabkirina ceza de deyndar derketibû, duhî wê berdabûn.

Serokê grûba HDP ê ya meclisa Tirkiyê Saruhan Oluç ragihand ku wan bo her dû parlementerên xwe Leyla Güven û Musa Farisoğulları seredana Dadgeha Destûrê kirine. Seredan bo paşvegerandina parlementeriya her dû parlementerane. Eger dadgeh di leha wan de biryar bide, wê dagerin meclisa Ankara. Eger li dijî wan biryar bê dayîn, mafê wan heye ku seredana Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpayê bikin.