Dadgeha Destûrê doz li HDPê vekir

29 June 2020 15:57 0 dîtin
Dadgeha Destûrê doz li HDPê vekir

PeyamaKurd – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê (AYM) bi sedema ku kesekê ne hemwelatiyê Tirkiyê per razandine hesabê bankê yê HDPê û HDPê jî ew bexş qebûl kiriye, doz li HDPê vekiri.

Hat ragihandin ku piştî lêkolînên darayî li ser 25 partiyên siyasî yên Tirkiyê, derketiye holê kesekî ne welatiyê Tirkiyê ji ser hesabê bankê bexş li HDPê kiriye û ji ber ku HDPê ew bexş qebûl kiriye, derbarê berpirsên partiyê de doz hat vekirin.

Dadgeha Destûrê ji HDPê daxwaza ravekirinê li ser wê bexşa ku sala 2015an ji aliyê kesekî bi navê Nicholas Verdos ve 4 hezar û 403 dolarê Awistralî şandiye kiriye û serdozgeriya komarî jî li ser mijarê doz li HDPê vekir.