Mehkûmên siyasî li benda biryara sibê ya Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ne

13 July 2021 22:00 0 dîtin
Mehkûmên siyasî li benda biryara sibê ya Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ne

PeyamaKurd – Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê bo mehkûmên di zîndanan de ne, ku berê bo wan qanûna kêmkirina cezayan hatibû dayîn û li biryarê îttîraz hatibû kirin, bo dosya navborî, dê sibê biryara xwe bide. Di qanûna ku hatibû derxistin de, bo mehkûmên siyasî, êcizkirinên cînsî û kujerên mirovan ti maf nehatibû dayîn.

Eger dadgeh biryara hatibû dayîn ji kokê xerab bike, dê kêmkirina cezayan bo temamê girtiyan be û temamê sûcên berya 30 yê adara 2020 an hatibin kirin, dê bê bicîhanîn. Eger dadgeh biryarê red bike, dê mehkûmên siyasî jê fêde nebînin.

Dema qanûn derketibû, li dora 90 hezar kes jê fêde dîbûn. Eger dadgeh biryarê fireh bike, dê hemû kes jê fêde bibînin.

Piştî derxistina qanûn ku bi daxwaza MHP ê û pêşniyara AKP ê derketibû, gelek çete ji zîndanê derketibûn. Li ser qanûna nûh, partiya CHP ê îttîraza kiribû û dozê biribû Dadgeha Destûrê.