DEM Partî: Biryara Can Atalay "Derba siyasî ye"

31 January 2024 17:37 0 dîtin
DEM Partî: Biryara Can Atalay "Derba siyasî ye"

PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari biryara betalkirina endamtiya parlamentoya Tirkiyeyê ya Parlamentê girtî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) Can Atalay bi tûndî rexne kirin û gotin: "Ev biryar, derba siyasî ye."

Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî), li ser hesabên xwe yên medyaya civakî di derbarê biryara ku Dadgeha Destûrê û  Dadgeha Hukumî bi hev re dan de daxuyanî dan.

Hatîmogûllari biryarê wek "Derbeya sîyasî" pênase kir û got: "Betalkirina erka parlamenteriya nûnerê gel ê Hatayê Can Atalay derbeke siyasî ye! Bi vê biryara ku li ser fermana qesrê hatiye dayîn, lekeyeke reş a din e ku li siyasetê hatiye xistin. Di dîroka Parlamena Tirkiyeyê de, biryara ku li parlamen hat xwendin betal e. Can Atalay nûnerê gel e û di girtîgehê de weke dîlê siyasî tê girtin. Derba siyasî vê rastiyê naguherine!”

Tuncer Bakirhan jî got di peyama xwe ya bertekî de wiha got: "Betalkirina erka parlamentê Hatayê, rêhevalê me Can Atalay neyasayî, nedadwer û nerewa ye. Em red dikin! Ev hikûmet bi aşkere tawan pêk tîne. Ya ku diqewime darba destûrî ye. Heta Can Atalay û hevalên me yên ji ber bikaranîna mafê xwe yê siyaseta demokratîk dîl hatine girtin neyên azadkirin, em ê ji têkoşîna xwe gavekê jî paşve nehavêjin."