DEM Partî ji bo saredariya Wanê: Derba siyasî didome
PeyamaKurd - Piştî ku li Wanê, erknameya destpêkirina şaredartiyê ji namzetê wê Abdullah Zeydan re nehate dayîn DEM Partiyê bertek nîşan da û got: "Derba siyasî didome." Dem Partiyê ragihand ku wan li dijî biryarê îtiraz kiriye.
Di daxuyaniya di derbarê nedana erknameyê ya ji Abdullah Zeydan re de DEM Partiyê diyar kir ku erknameya şaredartiyê ji endamê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ê ku şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xistibû, nehatiye dayîn, lê belê ji endamê AK Partiyê Abdulahat Arvas ê ku di hilbijartinê de winda kiribû hatiye dayîn.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de wiha hate gotin:
“Em biryara Lijneya Hilbijartinê ya Parêzgeha Wanê ya dayîna erknameyê ya ji namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku partiya me bi ferqeke mezin û bi piraniya dengan bi dest xist, red dikin. Ev biryar berdewamiya pêvajoya derba siyasî ye ku bi destwerdana hikûmetê hatiye destpêkirin. Biryara ku bi piraniya dengên endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê hatiye standin ne hiqûqî ye, ne rewa ye û biryara nasnekirina vîna gel e. Parêzerên me serlêdana betalkirina vê biryarê kirin. Em bang li Desteya Bilind a Hilbijartinê dikin ku dawî li vê bêhiqûqiyê bîne û vîna gelê me nas bike. Partiya me, endamên me, gelê me li ber xwe didin û heta ev bêhiqûqî ji holê rabe wê bertekên me yên rewa û demokratîk bidomin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin