Xosnaw: Biryara Dadgeha Federal ne hiqûqî ye, siyasî ye
PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya hilweşandina meclîsên bajarên Herêma Kurdistanê bertek nîşan da.
Omîd Xoşnaw di merasîma vekirina dibistaneke li Hewlêrê de, ji rojnamevanan re got: “Ji biryara Dadgeha Federal a Iraqê eşkere tê fêmkirin ku wekî biryarên berê ev biryar jî siyasî ye, ne hiqûqî ye.”
Xoşnaw diyar kir ku ew ê li benda helwesta aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bin û li gor wê nêzîkatiyê li biryarê bikin.
Serok Meclîsa bajêr ê Hewlêrê Elî Reşîd jî piştî biryara dadegeha federalî ragihandiye ku ew dê xebatên xwe bidin rawestandin û ligel komîsyona hiqûqê rewşê bişopînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin