Gergerlîoglu car din serî li AYMê da û cihê 'Nobeta Edaletê' bir navenda HDPê
PeyamaKurd - Parlamenterê HDPê yê bajarê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku parlamenteriya wî hefteya borî hat betalkirin û pêr jî dema nobeta edaletê digir bi hinceta îfadeyê ji parlamentoyê bi zorê hat derxistin, îro 23yê Adarê car din serî li Dadgeha Bilind a Destûrê (AYM) da ku biryara xistina parlamenteriya wî bê betalkirin.
Gergerlîoglû û parlamentarên HDPê piştî serlêdanê li ber avahiya AYMê daxuyanî dan rojnamevanan.
Gergerlîoglû got, li gel ku ti sûcekî wî tuneye jî bi lîstikan parlamenteriya wî hatiye xistin û bang li partiyên opozîsyona Tirkiyê jî li hember vê neheqiya li wî hatiye kirin bertekê nîşan bidin û herwiha ji ber bêûsûlî û amadekirina belgeyên sexte bo îfadegirtina wî jî banga îstifakirinê li Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mûstafa Şentop kir.
Gergerlîoglû herwiha ragihand ku ew dê nobeta xwe ya edaletê li navenda HDPê ya Enqerê berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye, piştî Gergerlîoglu ji parlamenê hatibû derxistin, ji ber cezayê bi hinceta parvekirina twîtekê hatiye dayîn daxwazname jê re hatiye şandin ku heta deh rojan xwe radestî hêzên ewlekariyê bike daku wî bişînin girtîgehê. Lê Gergerlîoglu daye xuyakirin ku ew naçe û heta werin wî bibin ew dê nobeta edaletê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin