Serîlêdana Gergerlîoglu ya AYMê hat redkirin, serî li DMMEyê dide

31 March 2021 16:27 0 dîtin
Serîlêdana Gergerlîoglu ya AYMê hat redkirin, serî li DMMEyê dide

PeyamaKurd -  Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) serlêdana parlamentarê Kocaeliyê yê HDPê Omer Farûk Gergerlîoglû ku du hefte berê ji ber sepandina cezayê li ser parvekirina twîtekê parlamenteriya wî hatibû betalkirin, red kir.

Hat ragihandin ku AYMê bi hinceta ku ne erka wê ye serlêdana Gergerlîoglu ya bo vegera parlamenteriyê red kiriye.

Gergerlîoglu ligel parlamanterên HDPê li Enqêrê di roja 15emîn a Nobeta Edaletê de, li ber avahiya navenda HDPê civîneke rojnamevanî li dar xist. Gergerlîoglu, behsa binpêkirina mafên xwe yên yasayî kir û car din xwest, ew biryar were rastkirin, ji ber ew ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û bi biryareke nehiqûqî hatiye cezakirin.

Omer Farûk Gergerlîoglû du caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû ku yek ji wan serlêdanan daxwaza betalkirina biryara parlamentoyê ya hilweşandina parlamenteriya wî bû.

Herwiha Gergerlîoglu piştî vê biryarê ragihand ku ew dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bide. Gergerlîoglu diyar kir ku wî li ser cezayê hatiye sepandin jî serê li AYMê dabû û ew hîn li benda wê ye AYM biryarê bide û cezayê hatiye dayîn betal bike.