Serîlêdana 9emîn Pêsbaziya Helbestê ya Arjen Arî destpê kir

25 December 2021 16:28 0 dîtin
Serîlêdana 9emîn Pêsbaziya Helbestê ya Arjen Arî destpê kir

PeyamaKurd – Serîlêdana 9emîn Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî destpê kir. Yên bixwazin dikarin heta 1ê Adara 2022yan bi dosyayên xwe serî lê bidin.

Ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî û ji bo xwedîlêderketina ziman û wêjeya Kurdî, Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor bi hev re vê pêşbaziyê li dar dixin. Niha 9emin car wê li dar bikeve û dema serîlêdanan destpê kir. Îsal lijneya juriyê ji Îrfan Amîda, Necla Arî, Hamid Omerî. Hatice Kiliç û Rêdûr Dîjle pêk tê. Dosyaya ku bi ser bikeve roja 15ê Gulana 2022yan wê bê eşkerekirin.

Li gor daxuyaniya hat belavkirin şertên pêşbaziyê wiha ne: 

- Xelat wê bo berhemên bi zaravayê Kurmancî hatî nivîsandin bê dayîn.

- Wekî xelata pêşbirkê, berhema ku bi ser bikeve wê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.  

- Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.

- Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor, wê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata Kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “Xelata Giramgiriyê/Xelata Rûmetê” bidinê.      

- Berhemên ji hêla saziyekê ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.

- Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin, divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.

- Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.

- Heke jurî tu dosyeyê hêjayî xelatê nebîne, dikare xelat nede.

- Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin, divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin. 

- Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc) nusxe û bi USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin. 

- Dosyeyên ku bi kompûterê nehatiye dîzaynkirin û USByek pê ve nekirî wê neyên nirxandin.

- Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe. 

- Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin, wê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên ji bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin. 

- Encama pêşbirkê wê di 15ê Gulana 2022an de, yanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bê aşkerekirin.

- Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin:

Pêşbirka helbestê ya Arjen Arî 

Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 5. Sokak, Ademoğlu Apt, No:8, Daire:7, Yenişehir/Diyarbakır

(li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê)

- Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin. 

- Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin. 

- Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, wê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.

- Kesên xwedî berheman, divê di navbera heya 1ê Adara 2022an dosyeyên xwe bişînin.

- Pêwendî; Reşo Ronahî: 0543 488 6996