Xelata helbestê ya Arjen Arî îsal Murat Oruç wergirt

17 May 2019 09:45 0 dîtin
Xelata helbestê ya Arjen Arî îsal Murat Oruç wergirt

PeyamaKurd - Pêşbirka Xelatên Helbestan a Arjen Arî ya 6emîn diyar bûn. Di Pêşbirka îsal de Murat Oruç bi dosyeya xwe ya bi navê “Radîşo” hêjayî xelatê hat dîtin. Herweha civaknas Îsmaîl Beşikci jî layiqî xelata rûmetê hat dîtin.

Reşo Ronahî

Li ser navê lijneyê û Weşanên Sor Reşo Ronahî encamên 6emîn pêşbirka helbestan a Arjen Arî bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin. Xelata Arjen Arî dan dosyeya helbestê ya Murat Oruç a bi navê "Radîşo".

Biryar hat dayîn ku xelata rûmetê ya îsal jî bidine nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşikcî.

Di juriya xelatê de îsal helbestkar Îrfan Amîda, Mem Bawer, Zulkuf Ergun û xwişka Arjen Arî Necla Arî hebûn. Lijneyê îsal xelat dane dosyeya “Radîşo” ya helbestkar Murat Oruç (Miradê Miradan).

Arjen Arîyê ku yek ji pêşengên wêjeya kurdî ya modern bû, di sala 2012yan de koça dawiyê kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta niha Selamî Esen, Yehya Omerî, Narîn Yukler û Emerîkê Sidîqayê heman xelat wergirtine.