Hemîla Ebdulstar Gerdî xelata îsal a Fexrî Ereb sitend

25 November 2020 11:03 0 dîtin
Hemîla Ebdulstar Gerdî xelata îsal a Fexrî Ereb sitend

PeyamaKurd – Xelata Fexrî Ereb ya ji aliyê hejmareke saz û dezgehên Erebî ji bo kesên di warê zanistî û karê bankî de afirandinê dikin tê pêşkêşkirin, dan Rêvebera Giştî ya RT Bankê ya li Herêma Kurdistanê Hemîla Ebdulstar Gerdî.

Li Dubeyê, rêûresma Xelata Fexrî Ereb a 20 sal e her sal tê sazkirin do Sêşemê birêve çû û Rêvebera Giştî ya RT Bankê ya li Herêma Kurdistanê Hemîla Ebdulstar Gerdî xelata îsal a Fexrî Ereb sitend.

Herwiha hêjayî gotinê ye, RT Bank li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê yekem sazî ye ku ew xelat sitendiye.

Hemîla Ebdulstar Gerdî ji ber di rêveberiya bank û pêşxistina sîstema bankavaniyê de serkevtî ye hat xelatkirin.