Xelata Sîfa Gerdî ya 2023an dan rojnamevan Isobel Yeung
PeyamaKurd – Komîta Xelata Şîfa Gerdî, xelata bi heman navê ya sala 2023an da rojnamevana jin ya bi navê Isobel Yeung ya ku di VICE Newsê de dixebite. Komîte her weha daxwuyaniyekî li ser xelatê da û got:
Daxuyaniya Komîta Xelata Şîfa Gerdî,
Mixabin dinya îro di rewşekî bê îstîqrar de ye û ev rewş rojnamevanan dixe nav talûkê û karê wan zahmet dike. Ji ber xwediya xelata Şîfa Gerdî niha li herêmekî şer dixebite û bi ragihandina êşa mirovan meşxûle û di rewşeke talûke de dixebite, em weke Grûba Rûdawê ya Medyayê û Komîta Xelata Şîfa Gerdî, me nikaribû merasimekî çêbikin.
Çûna rojnamevanan ya di sefê pêş yên şer de, mirov di wexta şer de çi azarê dikşînin, lêkolîna wan, şopandina grûbên sûcdar û yobaz ji bo rojnamevanên dinyayê, di sala borî de gelek bi xwînrêjî bi dawî bû. Bi taybetî sala borî ji bo rojnamevanan bi xwîn bû. Li gor UNESCO yê; sala borî li seranserê dinyayê 86 rojnamevan hatin kuştin. Li gor Komîta Parastina Rojnamevanan (CPJ) û Federasyona Rojnamevanan ya Navdewletî (IFJ) di sala borî de 67 rojnamevan hatin kuştin. Ev her dû rêje jî li gor salên borî gelek zêde ne.
Komîta Xelata Şîfa Gerdî li ser xebata rojnamevanên jin yê dinyayê xebat kir, çend nav û xebatên rojnamevanên jin yên ku rastiyan radigihînin, belgeyên xef derdixin holê û xebatên baş di mijarê de dikin, destnîşan kir. Komîta me îsal di dema şerê Iraqê, Yemen, Afxanistan û ciyên din, ji bo êşa ku jin û zarok di dema şer de dikşînin derxiste ortê û gelek xebitî, li qadên talûke naverokên tije agahî hilberandiye û rojnamevaneka gelek gênce bijart. Ev jin ji VICE Newsê Isobel Yeung e.
Em Isobel Yeungê di wexta şer de ku li Iraqê, Yemenê bû pîroz dikin, ji bo wê û temamê rojnamevanên dinyayê re tenduristiyekî baş û serkewtinê dixwazin.
Komîta Xelatê ya Şîfa Gerdî
25 Sibat 2023

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin