Wê “Xelata Sîfa Gerdî ya Navdewletî” bê dayîn

24 February 2019 16:48 0 dîtin
Wê “Xelata Sîfa Gerdî ya Navdewletî” bê dayîn

PeyamaKurd- Di du saliya şehadeta rojnamevana Kurd Şîfa Gerdî de, wê “Xelata Şîfa Gerdî ya Navdewletî” bo rojnamevaneka jin bê dayîn ku ew jin di şer de bê tirs keda xwe daye. Di merasimê de wê serokê berê yê Fransayê François Hollande amade be. Merasim di 25 ê sibatê de, ji aliyê Grûba Tora Medayayî ya Rûdawê û Komîta Xelatê ya Şîfa Gerdî de tê lidarxistin.

Di merasimê de ji bilî François Hollande, wê ji Kurdistan û hukumeta Bexdayê di asta bilind gelek kes hebin û gelek rojnamevanê Kurdistan û navdewletî tevlî merasimê bibin.

Di komîta xelatê de kesên ku hene biyanîne û di asta bilind de di tevelîzyon û rojnameyên dinyayê de xebitîne. Di nava wan de tenha Kurd Ako Muhammed heye ku rêvebirê Tora Medayayî ya Rûdawê ye.