Merasima Xelat a Sîfa Gerdî ya Navdewletî destpêkir
PeyamaKurd- Merasima Xelat a bi navê peyamnêra Rûdawê, şehîd Şîfa Gerdî li Hewlêrê destpêkir. Xelat a îsalê wê bidin jineka rojnamevan. Şîfa Gerdî di dema li bajarê Mûsilê li ser karê xwe bû, di 25 ê sibata 2017an de di encama teqîna mayînê de şehîd ketibû. Bi navê Şîfa Gerdî her sal li Hewlêrê merasima xelatê tê lidarxistin.
Axaftina merasimê ji aliyê rêvebirê tora medyayê ya Rûdawê Muhammed Ako de hat kirin. Ako, di axaftina xwe de got ku di dawa İŞİDê de heya niha 5 rojnamevan wenda ne û aqîbeta wan nayê zanîn. Ako got ku rojnamevanên wêrek û rast, daîma ji aliyê xelkê de hatine hezkirin. Her weha balê kişand ser mijara zahmetiya rojnamegeriyê, behsa girtin, revandin û tadeya ku li wan têkirin, kir û rêjeya wan aşkera kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin