Rojnamevana Brîtanî Lyse Doucet hêjayî Xelata Sîfa Gerdî ya 2022yan hat dîtin

25 February 2022 20:39 0 dîtin
Rojnamevana Brîtanî Lyse Doucet hêjayî Xelata Sîfa Gerdî ya 2022yan hat dîtin

PeyamaKurd - Xelata Şîfa Gerdî ya Çaremîn rojnamevana Kanadayî Lyse Doucet a di televîzyona BBC ya Brîtanî de kar dike, werdigire.

Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî biryar da ku xalata çaremîn a îsal bide rojnamevana Brîtanî Lyse Doucet.

Komîteya Xelatê ragihand: “Îsal komîteya me rojnamevaneke jin ji televîzyona BBC hilbijartiye ku çend sal e kedeke mezin daye bo eşkerekirina rastîyan û gihandina agahiyan. Wê bi dirêjahîya şer û alozîyên par û îsal çîrokên însanî yên gelê Efganistanê vediguhast. Vêga jî şerê Rûsya û Ukraynayê rûmal dike. Lewma komîteya me biryar da Lyse Doucet wek wergira Xelata Şîfa Gerdî ya Çarê hilbijêre.”

Komîteyê diyar kiriye: "Xelata Cihanî ya Şîfa Gerdî, bo rêzgirtina kar û canê Şîfa Gerdî û wek rêzgirtina kar û keda rojnamevanên jin, her sal digihê rojnamevaneke jin ku di rewşeke zehmet de zanyarî eşkere kiribin û çîrokên însanî gihandibin cîhanê. Heta niha di salên dawî de Xelata Şîfa Gerdî gihîşte Jenan Moussa ji televîzyona Al Aan (2019), Arwa Damon ji televîzyona CNN (2020), Alex Crawford ji televîzyona Sky News a brîtanî."

Rojnamevana Kurd pêşkeşvana Rûdawê Şîfa Gerdî 25ê Sibata 2017an di dema amadekirina raportekê li cihê komkujiyeke DAIŞê li bajarê Mûsilê, di encama teqîna bombeyeke DAIŞê de şehîd bûbû. Sala borî ji ber pandemiya koronayê xelat nehatibû dayîn.