Rojnamevanê Kurd li Fransayê xelata herî mezin a 'Albert Londres 2020' wergirt

07 December 2020 20:00 0 dîtin
Rojnamevanê Kurd li Fransayê xelata herî mezin a 'Albert Londres 2020' wergirt

PeyamaKurd - Rojnamevanê Kurd Alan Kaval ku kurê siyasetmedar û akademisyenê kurd Dr. Musa Kaval e, bi nûçe-analîza xwe ya derbarê girtiyên DAIŞî yên li Rojavayê Kurdistanê, xelata herî mezin a rojnamevaniyê li Fransayê "Xelata Albert Londres 2020" wergirt.

Alan Kaval bi sernavê "Ji Dojeha Sûrî – Hêdî Hêdî Mirina Girtiyên Cîhadparêz" nûçe-analîzek belav kiribû ku jiyana girtiyên DAIŞî yên li Hesekê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de mijara wê bû.

Juriya Alber Lordesê, nûçeya Kaval a ku di Cotmeha 2019an de hatibû weşandin, hêjayî xelata herî mezin a Fransayê dît.

Alan Kaval berî niha jî “Xelata Bayeux û Xelata Ouest-France Jean Marin” wergirtiye.