Li Holandayê keçeke Kurd a 19 salî xelata xwendekara herî bas a sala 2022an sitend

29 June 2022 10:59 0 dîtin
Li Holandayê keçeke Kurd a 19 salî xelata xwendekara herî bas a sala 2022an sitend

PeyamaKurd – Li Holandayê keçeke Kurd a 19 salî ya bi navê Lava Hacî, xelata xwendekara herî baş a sala 2022an sitend.

Jûriya Dezgeha Perwerdehiya Pîşeyî ya Hollandayê xelata xwendekara herî baş a salê da Lava Hacî.

Lava Hacî keça malbateke Kurd a Rojavayê Kurdistanê ye ku 4 sal berê wek penaber koçî Holandayê kiriye û li gundekî bi navê Garwer dijî. 

Li gor malpera perwerdehiya pîşeyî ya Holandî diyar kiriye ku Lava keçeke jêhatî û xwebawer e ku bi rastî dizane ka ew çi dixwaze û tê çaverêkirin ku bibe balyozek serfiraz.