Pistî bûyera Batmanê li Wanê jî leskerekî Tirk destdirêjî li keçeke Kurd a 17 salî kir

26 August 2020 19:46 0 dîtin
Pistî bûyera Batmanê li Wanê jî leskerekî Tirk destdirêjî li keçeke Kurd a 17 salî kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî bûyera Batmanê ku keça bi navê İ.E piştî tecawiza çawîşê pispor dawî li jiyana xwe anî û pişt re jî Musa Orhanê tecawizkar serbest hat berdan, li bajarê Wanê jî bûyereke tecawizê rû da ye.

Li ser giliyê malbatekê derket holê ku li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, du kesan ku yek ji wan leşkerekî Tirk e destdirêjiya keça Kurd a 17 salî kirine.

Li gorî raportên medyayê keça bi navê N.A. ya 17 salî ku birayê kotekî lê dikir, telefona xwe ya destan firotiye û li wargeheke dewletê (yurd) maye daku hem ji lêdana birayê xwe hem jî ji madeyên hişbir rizgar bibe.

Keçika navborî li wir jî kesekî ji Wanê yê bi navê A.P. û efserekî Tirk bi navê T.A. nas kiriye ku li gorî beyana malbatê, herdu kesan jî destdirêjiya wê kirine.

Piştî ku N.A. behsa êrîşa tecawizê ji malbata xwe re kiriye, malbatê li Dozgeriya Komarê ya Wanê gilî kiriye.

N.A. gotiye, efserê bi navê T.A. jî ew biriye mala xwe û piştî ku alkol bi wê da vexwarin dest avêtiye wê.

Li ser îfadeya N.A. Dozgeriya Komarê ya Wanê biryara girtina kesê bi navê A.P. daye û ji bo leşkerê bi navê T.A. yê Tirk jî tenê biryara destpêkirina lêpirsînê hatiye dayîn.

Dadgehê çawişê pispor Mûsa O. yê tecawizkar serbest berda