Amerîka xelata hurmetê da keçeke Kurd

07 September 2020 09:30 0 dîtin
Amerîka xelata hurmetê da keçeke Kurd

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê, xelata hurmetê da keçek Kurd a ji Silêmaniyê Tanya Mehmûd ku Şêwirmenda Mezin a Fermandeyê Giştî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ye.

Keça Kurd Tanya Mehmûd a ji aliyê Peyvdarê Fermandeyê Giştî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ve xelata hurmetê wergirt, diyar kir: “Wekî medeniyek, li nava rêzên Wezareta Berevaniya Amerîka hatime xelat kirin û ev xelat a şarezayiya di warê dijîterorê de ye.”

Herwiha keça Kurd di derbarê xelata xwe ve de got: “Vê xelatê didin kesên ku roleke taybet di plan, şêwirmendî û di karkirina hemû bernameyên ku di dijîterorê de pêwîst dibînin.”

Tanya Mehmûd welatiya Silêmaniyê ye. Niha li Amerîka dijî û di derbarê wergirtina xelatê de hestê xwe anî ziman û got: “Bi piştrastiyê ve xweşhal im, çendîn xelatên din jî min wergirtine, lê belê ev xelat yek ji wan xelatên herî taybet e ku ji aliyê Fermandeya Giştî ya Hevpeymaniya Navdewletî ve min wergirtiye.”

Di sala 2004an ve Tanya li gel Wezareta Berevaniya Amerîka kar dike û çar sal e jî wekî Şêwirmenda Mezin li gel Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê kar dike.