Amerîkayê Parêzerê Kurd bi 'Xelata Parêzvanên Mafên Mirovan' xelat kir

30 January 2023 21:16 0 dîtin
Amerîkayê Parêzerê Kurd bi 'Xelata Parêzvanên Mafên Mirovan' xelat kir

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê Kurdekî ji Başûrê Kurdistanê hêjayî Xelata Parêzvanên Mafên Mirovan dît.

Wezareta Derve ya Amerîka ji nav 600 kesan du kes ji bo wergirtina Xelata Parêzvanên Mafên Mirovan destnîşan kiriye ku yek ji wan jî Parêzerekî Kurd bi navê Beşdar Hesen ê ji Başûrê Kurdistanê ye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji sala 2005an ve her sal xelatê dide du kesan li seranserê cîhanê ku di pêşvebirin, bihêzkirin û parastina mafên mirovan de xwedî rolekê ne. Îsal jî Beşdar Hesen wê xelata sala 2022an ji bo "serkirdayetî, wêrekî û bandora erênî li ser mafên mirovan" bistîne.

Ji bo xelatên sala 2022yan zêdetirî 600 CV û agahî ji dîplomatên Amerîkayê re hatine şandin û ji wir jî ji Wezareta Derve re hatine şandin. Ofîsa Parêzvanên Mafên Mirovan li gorî hin pîvanan du kesan hildibijêre; Merasîma xelatdayînê dê li Washingtonê were lidarxistin.

Parêzer Beşdar Hesen li ser vê xelatê gotiye, ew ê şeva Yekşema bê biçe Amerîkayê û 1ê Sibatê jî di merasîma wergirtina xelatê de axaftinekê bike.