Kurdekî Amedî li Amerîkayê xelata ‘Serkeftîtirîn Kesayeta Salê’ wergirt
PeyamaKurd – Karmendê Amedî yê bi navê Hakki Deniz ku berê bûye şampiyonê akrobasiya pîzzayê ya cîhanê jî li Amerîkayê bi xelata ‘Serkeftîtirîn kesê salê’ hat xelatkirin. Akdeniz herweha xelatên wekî ‘Karmendê Xêrxwaz’ û ‘Kesayeta Cuda ya New Yorkê’ jî hat wergirtine.
The Lower East Side Hispanic Committeeyê bo cara ewil e vê xelatê dide karmendekî Kurd. Akdeniz 10 Tebaxa xelata xwe li Manhattanê wergirt. Akdeniz derbara xelatkirinê de axivî û ji ber xelatkieinê kêfxweşiyên xwe anîn zimên.
Akdeniz got, “Xelata Kesayetiya Salê îsal dan min. Min berê jî gelek xelat wergirtibûn. Di destpêkê de min gelek zehmetî kişandin. Ji ber vê xelatê ez gelekî kêfxweş im û ez xelata xwe diyarî bajarê xwe Amedê dikim. Ez dê di xebatên xwe de berdewam bikim:”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin