Du mesîhiyên Duhokî yekem ‘Xelata Azadiya Olî ya Amerîkayê’ wergirtin

18 July 2019 15:36 0 dîtin
Du mesîhiyên Duhokî yekem ‘Xelata Azadiya Olî ya Amerîkayê’ wergirtin

PeyamaKurd - Jin û zilamek ku xelkê bajarê Duhokê ne, li Amerîkayê bi yekemîn xelata Azadiya Olî ya Amerîkayê hatin xelatkirin. Heta niha ew xelat li seranser cîhanê pêşkêşî şeş kesan hatiye kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê dema xelatdayînê Balyozê Amerîkayê yê bo Azadiyên Olî, Brawn Bawk got: Paskal û William, jiyana xwe jibo pêşxistina mafên ayînan û mafên din ên mirov li Iraqê terxan kirine.

William Werda û Paskal Werda du hemwelatiyên Krîstiyan ên ji parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê ne, ku rêxistina Hemûrabî Bo Mafên Mirovan di sala 2003 de damezrandine.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, Hemûrabî yek ji wan rêxistinên kêm bûye ku ji destpêkê ve êrîşên DAIŞê yên bo ser Êzidiyan û Krîstiyanan bi belge tomar kir.

Paskalê ku di yekemîn hikûmeta demkî ya piştî nemana rejîma Sedam Hisên, wezîr bûye ragihand, pêşeroja kêmîneyan rasterast girêdayî pêşeroja sîstema siyasî ya Iraqê ye:

“Belê weke çareseriyeke bileztir, hinekan behsa avakirina navçeyeke xweser jibo Krîstiyanên Kurdistan û Iraqê kiriye. Ev hizr di pratîkê de nabe û pêk nayê.” 

Piştî bêtir ji 1400 salan ji tepeserkirinê, piştî sala 2003an, krîstiyanên Iraqê rastî yek ji mezintirîn gefan hatine. Krîstiyanên Iraqê bi xwe dibêjin, ji wê demê ve heya niha hejmara wan zêdetir ji %80 kêm bûye û hejmara wan ji milyonek û nîvan daketiye bo 250 hezar kesan.