Bijîskê Kurd ê li Amerîkayê xelata xizmeta mirovahîyê ya navdewletî wergirt
PeyamaKurd – Bijîşkê Kurd Dr. Xazî Zêbarî, di nav 3 hezar bijîşkan de, li Amerîkayê xelata xizmeta mirovahî û dahênana bijîşkî wergirt ku berî niha jî xelata salê ya 2020an wergirtibû.
Dr. Xazî Zêbarî ji sala 1976an ve li Amerîkayê ye û niha li eyaleta Louisiana dijî û pisporê neştergerî û çandina endamên laşê mirov e.
Xazî Zêbarî di dema merasîma wergirtina xelatê de pesnê hêzên Pêşmerge da û got: “Eger ew nebana, zehmet bû ku îro ez li vir bim û xelatê werbigrim.”
Zêbarî diyar kir: “Xelkê Amerîkayê tiştan gelek zû ji bîr dikin, dibe ku çend meheke din ji bîr bikin ku li Ukraynayê çi rû da, loma erkê me ye ku em li her derê fedakarî û qurbanîdana xelkê Kurdistanê bi bîr bînin, bi vî awayî em wefa û soza xwe ji bo ax û xelkê Kurdistanê jibîr nekin.”
Hêjayî gotinê ye, Dr. Xazî Zêbarî di salên nodî de hewl daye alîkariya bijîşkî û mirovî bo xelkê Kurdsitanê kom bike û niha jî dixwaze bikare pêwîstiyên nû yên bijîşkî ligel tîma xwe ya taybet bîne Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina sektora tenduristiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin