Li Îslandayê keçeke Kurd a 21 salî wek parlamenter hat hilbijartin
PeyamaKurd – Li Îslandayê keçeke Kurd a 21 salî bû parlamentera herî ciwan a wî welatî.
Roja 25ê Îlona 2021ê hilbijartinên parlamentoya Îslandê hatin lidarxistin û îro Yekşemê jî encamên wê hatin ragihandin.
Li gor encamên hilbijartinên parlamentoya Îslandê, Hevpeymaniya Çep û Rastrewan piraniya dengan qezenc kirin û ji 63 kursiyên parlamentoyê, 37 kursî misoger kirine.
Di hilbijartinên vê carê de cara yekem di parlamentoya Îslandê de hejmara parlamenterê jin ji parlamenterên zilam zêdetir e.
Keçeka Kurd a bi navê Lenya Teha Kerîm jî wek parlamenter hat hilbijartin ku Lenya Teha 21 salî ye û parlamentera herî biçûk parlamentoya Îslandayê ye.
Lenya Teha Kerîm bavê wê Kurd e û ji sala 1993an ve çûye Îslandê û dayika wê jî ji sala 1996an ve çûye Îslandê.
Lenya dibêje, “Ez li îslandê ji dayik bûme û mezin bûme. Zimanê Îslandî gelek baş dizanim, lê hevdem dizanim jî ku ez bi esil ji malbateke koçber hatime.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin