Derhênerê Kurd Rêber Doskî Xelata Fîlmê herî bas wergirt

07 September 2020 21:01 0 dîtin
Derhênerê Kurd Rêber Doskî Xelata Fîlmê herî bas wergirt

PeyamaKurd – Fîlmê derhênerê Kurd Rêber Doskî "Sidîq û Piling" xelata fîlmê herî baş ê Holandayê wergirt.

Di fîlmê Sidîp û Piling de behsa wê yekê dike ku Herêma Kurdistanê di salên şêstî de di nav şerekî nerewa de ye û bi awayekî berdewam gelê Kurd di cihiştina mal û milkên xwe û wêrankarî û revê de jiyane û her dem nexşeya vî welatî guheriye.

Sidîq karakterê sereke yê fîlm e û navê wî Mihemed Sidîq Barzanî ye. Ji bilî ku piraniya dîmenên arşîvî yên di nav fîlmê de bi kameraya Mihemed Sidîq hatine kişandin, di berhemanîna fîlm de jî alîkariya kameraman kiriye.

Piraniya dîmenên fîlm, di nav baxên Herêma Kurdistanê de hatine kişandin û dîmenên balkêş ên sirûşta Kurdistanê, bûne haveyna fîlmê Rêber Doskî ku bi rêya Sidîq dîroka Kurdistanê nîşan dide.

Rêber Doskî kî ye?

Di sala 1975an de li Duhokê jidayîk bûye.

Piştî ku di sala 1975an de bapîrê Rêber şehîd dibe, bav û birayên wî yên din, dibin Pêşmerge.

Rêber di rêza şoreşê de mezin bûye û malbata wî di sala 1992an de vegeriyaye Duhokê.

Di sala 1997an de weke penaber çûne Holandayê û di sala 2013an de li Amsterdamê akademiya fîlman temam kiriye.

Di sala 2016an de yekem xelata xwe li ser fîlma dokumenterî ya bi navê Radyoya Kobanî di Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Dokumenterî ya Amsterdamê (IDFA) de wergirtiye.

Xelata xwe ya herî dawî jî di sala 2019an de li heman festîvalê li ser vê fîlma "Sidîq û Piling" wergirtibû.