Erebîstana Siûdî, serîlêdana vîzeya elektronîkî vekir
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Erebîstana Siûdî ve hat ragihandin ku welatên wan, ji bo 12 welatan serlêdana vîzeya elektronîkî vekir.
Di daxuyaniya navborî de hat diyarkirin ku li 12 welatan ku Tirkiye jî di nav de ye vîzeya kar, vîzeya serdan û vîzeya rûniştinê dê êdî bi kodên QR yên li ser kaxeza A4 bê dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Tirkiye, Pakîstan, Yemen, Sudan, Uganda, Lubnan, Nepal, Kenya, Fas, Tayland, Vietnam û Srî Lankayê; ji bo vîzeya navborî li nûnertî û konsolosxaneyan serlêdana vîzeya elektronîkî hat destpêkirin.
Hat destnîşankirin ku roja tetbîqkirina biryarê, li gorî welatan ji hev cuda ye û ji bo Tirkiyeyê dê di 16ê Tebaxê de sepandin dest pê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin