Êrîs li balafira Erebîstana Siûdî hat kirin!
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Erebîstana Siûdî ve hat ragihandin ku êrîş li balafira Erebîstana Siûdî hatiye kirin û ji ber vê yekê jî seferên li Xartûmê hatine rawestandin.
Li Sûdanê, di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de pevçûn berdewam dikin. Erebistana Siûdî ragihand ku piştî gulebarana li balafira ku danê sibehê ji Xartûmê ya paytexta Sûdanê ber bi Riyada paytexta Erebistana Siûdî ve biçûya, seferên xwe rawestandin.
Li ser mijarê, ji aliyê rayedarên qada asîmanî ve daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku "Hemû seferên ji bo Sûdanê, heta daxuyaniyeke din hatin rawestandin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber êrîşê, balafir nikaribûye tevbigere û hemû xebatkarên balafirê, xwe li Balyozxaneya Xartûmê ya Erebîstana Siûdî girtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin