Erebîstana Siûdî, balafira 11emîn sand herêma erdhejê

16 February 2023 17:00 0 dîtin
Erebîstana Siûdî, balafira 11emîn sand herêma erdhejê

PeyamaKurd- Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, ji bo piştgiriya mexdûrên erdheja Mereşê, rayedarên Erebîstana Siûdî, balefira 11an a alîkariyê şandiye.

Li gorî nûçeya hat ragihandin, balafira ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Key Xalid a Riyadê rabû, çû Dîloka Bakurê Kurdistanê.

Hat ragihandin ku di balafirê de alav û amûrên pizîşkî, betanî, kon û madeyên xwarinê ango 88 ton pêdiviyên alîkariyê hene.

Serokê Navenda Alîkarî û Lêkolînên Mirovî ya Key Selman Abdullah bin Ebdulezîz er-Rabî ku saziyeke giştî ya Erebistana Siûdî ye, berê ji televizyona dewletê El-Îhbariye re gotibû ku ew ê 3 hezar xaniyên konteynirê li herêmên erdhejê yên li Tirkiyeyê ava bikin.