Tirkiyê hêzên zêdetir sande ser sînorê Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê li ser operasyona Pence ya li dijî PKKê berdewam e, û jibo piştgiriya hêzên beşdar di operasyonê de, hêzên zêdetir şande bajarokê Rûbarokê ku dikeve ser sînorê Herêma Kurdistanê.
Artêşa Tirkiye (TSK) li parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê û deverên sînorî yên wê parêzgehê, tevgerê bi hêzên xwe dike. Di wê çarçoveyê de, artêşa Tirkiyê karwaneke din a leşkerî ber bi navçeya Rûbarokê ya ser bi qezaya Şemzînanê ve şand.
Li gor zanyariyên berdest, ew hêza leşkerî li nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê bi dûriya 4 km hatiye bicihkirin. Ew karwana leşkerî ji hejmarek leşker û pêwîstiyên lojîstîk û wesayitên zirxî pêk tê.
Tikriye herwiha berdewamiyê bi Operasyona Pence ya li dijî PKKê dide û şandina hêzên zêdetir bo herêmê, jibo piştevanîkirina wê operasyonê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin