AFAD: Hejmara qurbaniyên erdhejê 41 hezar derbas kir!
PeyamaKurd – Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ragihand, di erdhejên navenda Mereşê de, 41 hezar û 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya AFADê, di erdhejên navenda Mereşê de 41 hezar û 20 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, piştî erdhejan 6 hezar û 212 erdhej çêbûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, li herêma erdhejê 245 hezar û 198 personel dixebitin.
“Li herêmê 19 hezar û 436 personelên lêgerîn û xelaskirinê ku ji AFAD, PAK, JAK, JÖAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Guven, Îtfaiye, Xelaskirin, MEB, STK û xebatkarên lêgerîn û xelaskirinê yên navneteweyî pêk tên, li herêmê dixebitin.
Herwiha li herêmê 245 hezar û 198 personel jî di nav de AFAD, Polîs, Jenderme, MSB, UMKE, Ekîbên Ambulans, Ewlehiya Herêmî, Ekîbên Piştgiriya Herêmî û 5 hezar û 396 dildar dixebitin.
Ekskavator, traktor, vînç, dozer, kamyon, kamyonên avê, romork, grader, kamyonên valahiyê û hwd. 12 hezar û 681 wesayit tevî alavên înşeatê bi tevahî hatin sewqkirin.
38 Walî, 160 Rêveberên Îdareya Herêmî, 19 rêveberên payebilind ên AFADê û 68 rêveberên parêzgehan li herêmên felaketê hatin wezîfedarkirin. Herwiha 12 balyoz û 15 personelên Wezareta Karên Derve ji bo koordînasyona alîkariyên navneteweyî li herêmê hatin wezîfedarkirin.
Ji bo gihandina personel û malzemeyên herêmê pireke hewayî hat avakirin. Bi 81 helîkopter û 72 balafirên girêdayî Hêzên Hewayî, Bejahî, Hêzên Deryayî, Fermandariya Ewlehiya Peravê, Fermandariya Giştî ya Jendermeyan, Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, Wezareta Tenduristiyê û Midûriyeta Giştî ya Daristanan heta niha 11 hezar û 907 sefer hatin kirin.
Ji teref Wezareta Parastina Neteweyî û Fermandariya Ewlehiya Peravê ve ji bo personel, sewqiyata madî û tehliyekirina herêmê bi tevahî 38 keştî tên wezîfedarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin