Hejmara kustiyên di encama bombebarana Amerîkayê derket 19an

25 March 2023 18:00 0 dîtin
Hejmara kustiyên di encama bombebarana Amerîkayê derket 19an

PeyamaKurd – Hejmara kuştiyên di encama bombebarana Amerîkayê ya ser çeperên milîsên alîgirên Îranê li Sûriyê derket 19an.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) di nav kuştiyan de 12 hemwelatiyên Sûrî yên ku di nav milîsên alîgirê Îranê de tevdigerin hene, 7 kesên din jî nehatine naskirin.

Balafirên şer ên Koalîsyona Navdewletî şeva din çeperên komên girêdayî Pasdarên Îranê yên li navçeyên Elbukemal û Meyadîn ên rojhilatê Dêra Zorê bombebaran kirin.

Di dema ku milîsan piştî êrîşê hêzên xwe li Elbûkemal, Meyadîn û Dêrezorê xurtir dikirin, bi hêviya êrîşeke nû, milîsan îro sibehê bi moşekan zeviya petrolê ya El-Omer, ku bingeheke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî tê de ye û nêzîkî Eyn Elî li gundê Meyadînê ye, topbaran kirin.