Herî kêm 191 kesan di lehiyên barana Mûsonê de can da
PeyamaKurd – Li welatên Hindistan û Pakistanê, ji ber pêla mezin a baranên Mûsonê ku ji 8ê Tîrmehê ve dewam dike, li gelek deveran lehî rabûn û herî kêm 191 kes mirin û ziyaneke mezin a madî çêbû.
Hate ragihandin ku ji ber baranên Mûssonê li gelek deverên herêmên bakurê Hindistanê lehî rabûne û hejmara kesên di lehiyan de jiyana xwe ji dest dane jî 100 kesan derbas kiriye, herî kêm 170 xanî hilweşiyane û heta niha zêdetirî 300 kesên asê mabûn ku piraniya wan geştiyar in jî bi rêya helîkopteran hatine rizgarkirin.
Li gorî zanyariyan li Çemê Yamunayê gelek jîngeh di bin avê de mane ku ofîsa serokwezîrê eyaleta Delhiya Nû Arvînd Kejriwal ragihandiye, rêjeya ava çem şevê din derketiye asta herî bilind a 40 salên dawî û nêzî 30 hezar kes li kampên demkî hatine veguhastin.
Herwiha ji ber lehiyan li paytexta Hindistanê pirsgirêka va vexwarinê dest pê kiriye.
Ajansa Rêveberiya Netewe ya Pakistanê jî ragihandiye, di encama lehiyên baranên Mûsonê yên navbera 25ê Hezîranê û 12ê Tîrmehê de, li Pakistanê herî kêm 91 kes mirine û 151 kes jî birîndar bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, her sal di navbera mehên Hezîran-Îlonê de ji ber baranên musonê li Hindistan û Pakistanê lehiyên mezin radibin û ziyaneke mezin bi xwe re tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin