Ji ber baran û rabûna lehiyê 50 kes mirin

18 November 2023 01:39 0 dîtin
Ji ber baran û rabûna lehiyê 50 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Somaliyê çend hefteye ku baran dibare û di encamê de lehî radibe. Heya niha 50 kes ji ber lehiyê mirine û li dora 500 hezar kes ji ser mulkên bi sedema lehiyê xwe rabûne.

Li gor ragihandina ajansa rêvebirina afetan ya Somaliyê (SOMDA); baran û lehî bûye sedema ku erd biheze, bi rabûna avê re araziyên çandiniyê zerar dîne û gelek heywan (ajal) jî telef bûn e.

Komserê SODMAyê Muhammed Mualim li payîtext Magadişuyê ji bo rojnamevanan got:

“Lehiya welatê me bû sedema mirina 50 kesan û rabûna 500 hezar kesî ya ji ser axa xwe.”

Baregeha NY ya Somaliyê (OCHA) ragihand ku 1,24 milyon kes ji baran û lehiyê bandorê diye û dibe ku jimara zêdetir bibe.”