Hemas û El-Fetihê li Çînê li ser hikûmeteke neteweyî li hev kirin: Ji Îsraîlê bertekeke tund

23 July 2024 15:52 0 dîtin
Hemas û El-Fetihê li Çînê li ser hikûmeteke neteweyî li hev kirin: Ji Îsraîlê bertekeke tund

PeyamaKurd - Hate angaştin ku Hemas û El-Fetîhê, li Çînê, ji bo avakirina hikumeteke hevbeş a neteweyî li hev kirine.

Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku di lûtkeya Pekînê ya Hemas û El-Fetîhê de Hemas û El-Fetîh li ser avakirina hikumeteke hevbeş a neteweyî li hev kirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hate destnîşankirin ku Peymana Lihevkirinê ya Pekînê, piştî hevdîtinên du rojan ên di navbera 14 komên cuda yên Filistînê de hatiye îmzekirin.

Bi vê peymanê re, Hemas û El-Fetih wê di dawiya şer de bi hev re Xezeyê birêve bibin.

Îsraîlê bertekeke tund nîşan da

Bertekên Tel Avîvê yên li ser peymanê, bi daxuyaniyeke ku Serokê El-Fetîhê Mehmûd Ebbas hate şêlgirtin de hate ragihandin.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Îsraîl Katz di derbarê peymanê de got: "Bi hembêzkirina tecawizger û kujerên Hemasê re Mehmûd Abbas, di şûna redkirina terorê de rûyê xwe yê rast nîşan da."

Katz di domîna axaftina xwe de destnîşan kir ku wê peyman nikaribe bikeve pratîkê û got: "Ji ber ku wê rêveberiya Hemasê ji holê rabe û wê Abbas ji dûr ve temaşe bike."